SerekeSîyasî

Serokê Herêma Kurdistanê û partîyayên kurdaye sîyasî wê hevtîya tê rastî hevdu bên

Armanca partîyayên kurdaye sîyasî heye, ku hevtîya tê careke mayîn li cîhê rûniştandina serokê Herêma Kurdistanê rastî  hevdu bên, bona ku pirsên derheqa hilbijartinên parlamênta herêmê gotûbêj bikin. Derheqa wê yekêda cîgirê serokê parlamêntê elam kirîye.

Hêmin Hewramî gotîye, wekî alî wê fikirên xweye derheqa halê li Herêma Kurdistanê û pirsên derheqa hilbijartinên parlamêntê gotûbêj bikin.

«Em diwekilînin, wekî hîvîya qayîlîya sîyasîne û plana me ewe, ku em careke mayîn li ofîsa serokê Kurdistanê hevdu bibînin»,- Hêmin Hewramî gotîye rojnamevana.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button