H’emû nûçeSereke

Nava teşkîla Adirbêcanêda  pêşeroja Arsaxê tenê yeke: valakirina ermenîya, tunekirin û qetilkirin: Davît Babayan

Nava teşkîla Adirbêcanêda  pêşeroja Arsaxê tenê yeke: valakirina ermenîya, tunekirin û qetilkirin. Di derbarê wê yekêda wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.

Ewî daye dîyarkirinê: “Alîkarê serokê Adirbêcanê Hecîyêv gotîye, wekî azêrî û ermenî dikarin li rex hev çawa welatîyên welatekî bijîn. Berî her tiştî ermenî û azêrî dikarin welatekîda bijîn, lê ew welat dikare tenê welatekî sêembe, mesele Rûsîya, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Swîsir û yên mayîn.

Mînakên wî cûreyî hene, lê nenihêrî wê yekê Adirbêcan hemû tiştî dike bona ku welatekî sêemda jî azêrî hindava ermenîyada bi dijminatî nêzîkbûna xwe bidine kifşê, kîjanê em li welatên cuda-cuda dibînin.

Feqet li vir gilî derheqa Arsaxê û Adirbêcanêdane û em nikarin nava teşkîla Adirbêcanêdabin, çimkî nava teşkîla Adirbêcanêda pêşeroja tek-tenê ewe, ku Arsaxê ji ermenîya bidine valakirinê, tunekirinê û qetilkirinê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button