Axaftinvanên navdar yên cîhanê yên fêstîvala STARMUS VI ji bo xwendikar û şagirtên li Ermenîstanê dersan bidin
Di navbera 5-10 ê îlonêda zanîngehên Yêrêvanê û navendên perwerdehîyê yên Ermenîstanêda mêvandarîya axaftinvanên beşdarê fêstîvala STARMUS VI yê bikin, ku dê zanîn û ezmûna xwe parve bikin, razên erşê ezmîn eşkere bikin.
Çawa ku “Armenprêss”ê ji daxuyanîya kir, di çarçoveya bernameyê da axaftinvanê li zanîngeha Yêrêvanê ya dewletê, zanîngeha netewî ya polîtêknîkî ya Ermenîstanê, zanîngeha ermenî-rûsî, zanîngeha amêrîkî ya Ermenîstanê, zanîngeha dewletê ya aborîyê ya Ermenîstanê dersan bidin. Zanîngeha agrarî ya neteweyî ya Ermenîstanê, zanîngeha Yêrêvanêye “Haybûsak”, li zanîngeha akademîya zanistî ya neteweyî ya Alîxanyane laboratorîyê, ofîsa Neteweyên Yekbûyîye li Ermenîstanê, Koleja “Qivant”, dibistana fîzmatê, navenda têknolojîyên efrîner TÛMO, dibistana Ayb, li Gumgirîyê – navenda têknolojîyê ya înkûbatorîyê, li Lorîye -navenda KOAF SMART sêmînara bidin.
Tê destnîşankirin ku xwendikarên sazîyên perwerdehîyê da firsendek bêhempa hebe ku guh bidin zanyarên navdar yên cîhanê, astronavt, steyrkfîzîknas, wek Cîm Bagyan, Garîk Îsrayêlan, Kîp Torn, Çarl Dyûk, Nagîn Koks, Joêl Parkêr, Dêyvîd Aykêr, Tonî Fadêl, Donna Strîkland, Jan-Jak Dordêyn û yên din.
Mijarên cihêreng û balkêş yên ku di bernameya ragîhandinê da cîh digirin, bê guman cesaretê didin ciwanan, evîn û eleqeya wan ji zanîstîyê ra zêdetir dibe.