H’emû nûçeSereke

Pevketin hatîye destanînê ku bi dereca wezîrên karên der hevraxeberdana berdewam bikin

31 ê tebaxê li Bryûsêlê bi navbeynkarîya serokê Konsêya Avropayê Şarl Mîşêl hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv pêk hatîye.

Pirsên di derbarê azaberdana dîla û zelalkirina yazîya merivên bêser-berate undabûyî, usa jî yên derheqa dîyarkirina sînora, vekirina rêyên herêmî, normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê û yên derheqa pirsgirêka Qerebagêda hatine gotûbêjkirinê.

Pevketin hatîye destanînê  ku bi dereca wezîrên karên der hevraxeberdanên dora amadekirina projeya peymana aşîtîyê berdewam bikin. Nava mehekêda gerekê hevdîtina wezîrên karên der bê teşkîlkirinê.

Hevdîtina mayîn, ya komîsîyayên pirsên dîyarkirina sînora wê meha mijdarê li Bryûsêlê pêk bê.

Hevdîtina bi formata serokatîya wê meha mijdarê pêk bê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button