H’emû nûçeSereke

Şarl Mîşêl derheqa girîngîya ji alîyê Adirbêcanêda azaberdana dîlên ermenîye leşkerîda daye dîyarkirinê

Serokê Konsêya Avropayê Şarl Mîşêl piştî hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv elametî belav kirîye.

«Pevguhartinên fikirên me vekirî û kardar bûn. Û minê bixwesta bo wê yekê spasî elamî herdu seroka bikira. Me pakêta pirsên rojeva careke mayîn bi temamî lê nihêrîn.

Tiştê şabûnêye, ku meriv dibîne wekî bona mîyaserkirina pevketinên wextê hevdîtina dawî destanî gav havtine avîtinê.

Roja  îroyîn em qayîlin xebata bona normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, yên dora peymana aşîtîyê bidine aktîvkirinê û me teslîmî wezîrên karên der kirîye, ku nava mehekêda hevdîtinê teşkîlkin, bona ku li ser  têkstên projeya bixebitin.

Me usa jî bi hûrgilî pirsên hûmanîtarî gotûbêj kirin, nava wanda pirsên di derbarê xirabkirina mîna, usa jî pirsa girtîya û yazîya merivên bêser-berate undabûyî»,-Şarl Mîşêl gotîye.

Şarl Mîşêl usa jî derheqa girîngîya azaberdana dîlên ermenîda xeberdaye.

Yekîtîîya Avropayê wê dîsa wan pirsava mijûlbe.

«Me dîtîye, wekî nava pirsên sînora û halê bêqezîyabûnêda pêşkeftin heye. Em pevketine, wekî hevdîtina komîsîya bona pirsên sînora wê meha mijdarê li Bryûsêlê pêk bê.

Me usa jî pêşkeftina gotûbêjkirinên derheqa vekirina rêyên transportê lê nihêrîye.

Bi van hemû gotûbêjkirina minê bixwesta bida dîyarkirinê, wekî ew yek girînge, ku binelîyên herdu alîya bona aşîtîya qewîn pêşda bibin û amade bikin»,- Şarl Mîşêl gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button