H’emû nûçeSereke

Alîyê «fîlma» propaganda dijî ermenîya, ya tirka-azêrîya: dema ku xudana ssênara derew dewlete

Wextê pêşbirka  kişandina fîlma ji heyşt beşa, ya ku wezîreta Adirbêcanêye kûltûrayê pêşda kişandîye û ser navê wê jî «Şerê Qerebagêyî wetenîyê» ye, hevaltîke tirkî ser ketîye. Bona amadekirina wê fîlmê mîlyonek dolar wê bê dayînê.

Tirkzan Naîra Pogosyanê daye dîyarkirinê, wekî bi rêya amadekirina fîlma, yekîtîya tirka-azêrîya dicêribîne dîroka «serkeftinê» li dinîyayê bide mecbûrkirinê û bi wî cûreyî fîlma amade dike.

Fîlmêda dicêribînin bûyarên kuştinên bêwujdan û propaganda dijî ermenîya raberkin. «Rêjîsîyor û ssênarîstên» wê yekê li Tirkîyayê û Adirbêcanêne.

Fîlmeke usa sala 2O18 a da hatîye dîyarkirinê, ku Laçîn çi cûreyî ji alîyê komên tirka û azêrîyada tê dagirkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button