H’emû nûçeSereke

Feza û erd di yek wêneyê da: berî STARMUS, dibistana steyrnasîyê dest pê kir  

Zêrker Arêvîk Hakobyan ji bo beşdarî  Festîvala 6 emîn bibe ji Bêlçîkayê hatîye Ermenîstanê. Bi wênekêşîyêva jî mijûle û demeke dirêj bi astronomîyê ra  mijûl bûye. Xwesteke mezin hebû ku beşdarî festîvalê bibe, piştî wê yekê ku wê li Ermenîstanê bê derbazkirinê. Berîya destpêkirina fêstîvalê, li Axvêranê îro beşdarî dibistana stêrnasîyê bû.

 “Xwestina mine mezin heye ku ez hê zef hînbim. Ez hewl didim ku beşdarî her tiştî bibim, ji bo ku têra agahdarîya min hebe, di pêşerojêda bi wan ra di têkilîyê de bim, bixebitim”. Astrofotograf Oşîn Zakaryan bi kamerayeke dîjîtal bingehên steyrnasîyê pêşkêş dike. Ji ŞAY hatîye Ermenîstanê, ji biçûkatîya xwe de ji astronomîyê hiz kir û dest bi xwendina wê kir. Ew dibêje  bo ku bibe xwedî wêneyên serkeftî, steyrknasek divê di derbarê erşê ezmînd de xwedîyê zanyarîyên bingehîn be, navên stêrkan bizanibe.
Ji bo destpêkirina steyrnasîyê ne hewce ye ku kamêryake biha hebe û li Ermenîstanê ji bo pêkanîna vî pêşeyî gelek balkêş hene,  Oşîn dibêje.

Eva 20 salin  Maykil  Bakîç ji bo mezintirîn kovara steyrnasîyê ya cîhanê, Astronomy, dixebite. Kovar çi pirsgirêkê çareser dike, behsa kîjan mijaran dike û di wêneyekî de  esmanî çawa dikare were pêşkêşkirin? Bakîç dê di çarçoveya kûrsa steyrnasîyê de bersiva van pirsan bide beşdaran. Lê ya sereke ewe ku di nav sê rojên dibistanê de, fêrî têknîkên ku pisporan bi salane ku jêhatî bûne fêr dibin.

 «Di kovarê de beşeke zanistî heye, ku pir girîng e, û behsa keşfên herî dawî yên astronomîyê, bernameya fezayê dike. Min xwest tenê rojekê li vir bim, ji xwe ez evîndarê Ermenîstanê me, xweş e. Û dûv re, nîvê duyemîn ê kovarê ne ji pisporan re, lê ji wênegirên amator ên ku dixwazin zanibin, bo nimûne, çi têlêskop an kamêra bikirin, biçin ku derê ji bo kişandina wêneyên çêtirîn,  bêtir tê veqetandin»,- Bakîç  dide kifşê. Ji bilî guhdarîkirina li dersên stêrnasên navdar yên cîhanê, beşdar dê sê rojan bi alîkarîya wan şarezayên pratîkî bi dest bixin. Di sehetên şevê de li cihyên bilind perwerdeyên pratîkî tên plankirin ku ezmanên stêrk û xwezaya Ermenîstanê dikin armanc.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button