H’emû nûçeSereke
Qulixçîyên ermenîye leşkerî beşdarî telîmên stratêcîye navnetewî «Rojhilat -2O22» dibin

Li cîhê telîma, li nehîya Rûsîyayêye Fêdêral vekirina telîmên stratêcî, yên navnetewîye «Rojhilat -2O22» hatine vekirinê.
Ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê ragîhandine, wekî 14 welat beşdarî wan telîma dibin, nava wanda usa jî pareskerên hêzên ermenî.
Li gorî wê kanîya înformasîyon, nêzîkî 5O OOO leşker, 5OOO heb têknîka leşkerî, nava wanda 14O têknîka avîyasîyon û 6O gemîyên leşkerî beşdarî wan telîma dibin. Telîm wê hetanî 7 ê îlonê berdewambin.