Mehkema Îraqêye fêdêral roja çarşemê guhdarkirina îşê derheqa belavkirina parlamênta Îraqê paşda êxistîye û birîyar kirîye ku wî îşî roja çarşema tê lê binihêre.
Em bêjin, wekî şêwira mehkemêye here bilind birîyar kirîye, wekî destûra wê heye ku li gorî mêxanîzmên konstîtûsîyayê parlamêntê bide belavkirinê. Ew yek pêşîya piştgirên heja Sedir, pêşîya dewekarîya wan ya derheqa wê yekêda hatîye kirinê.