H’emû nûçeSereke

Adirbêcan li ser wê fikirêye ku pêvajoya aşîtîyê bide teribandinê û bi rêya qewatê sîyaseta paqijkirinên êtnîkî berdewamke:Ararat Mîrzoyan

Şirovekirina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan, ya girêdayî xeberdanên derheqa hevdîtina 31 ê tebaxêye li Bryûsêlê.

Fikira alîyê ermenî, ya di derbarê pênc pêşnîyarên Adirbêcanêda nehatîye guhartinê. Çawa ku me pêşda  gotîye, pêşnîyarên Adirbêcanêye ku 1O ê adarê hatibûne raberkirinê, bona me yên qebûlkirinêne. Ew yek jî tiştekî başqeye, wekî ew pêşnîyar ne li ser navên rojeva Ermenîstanê û Adirbêcanêne. Me rojev qebûl kirîye û em li ser wê yekê hazirin hevraxeberdana berdewamkin.

Ev yek usa jî li Bryûsêlê ji alîyê Paşînyanê serokwezîrda hatîye îzbatkirinê.

Guhdarnekirina vê tabîyê, yan jî cêribandinên guhdarnekirinê bingehê bona alîyê ermenî saz dikin, wekî  meriv şikberbe  ku Adirbêcan dixweze bighîje aşîtîyê. Şirovekirin ne anegorî rastîyê û neqedandina pevketina îzinê didin ku meriv bifikire, wekî Adirbêcan li ser wê fikirêye ku pêvajoya aşîtîyê bide teribandinê û bi rêya qewatê sîyaseta paqijkirinên êtnîkî berdewamke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button