Destpêka STARMUS ê : ev fêstîval dika bona yekkirina zanistîyê, perwerdê û têknolocîyaye
Ji 5 a hetanî 1O ê îlonê li Ermenîstanê fêstîvala bi ser navê «STARMUS VI :5O sal li ser Marsê» tê derbazkirinê û ew pêşkêşî 5O salîya peyabûna li ser Marsê kirine. Tiştekî balkêşe, wekî stansîya kosmosêye Mars 3 robotê înjênêrê ermenî Alêksandr Kêmûrcyan birîye ser Marsê.
Gelek ulmdar, xudanên xelata Nobêlîyê, kosmonavt, sazbend û merivên bi nav û deng hatine Ermenîstanê. Fêstîval dika bona yekkirina zanistîyê, perwerdê û têknolocîyaye, nava doranên kîjanêda mêvan zanebûnên xwe, cêribandin û fikirên xweye nû raberî civakê dikin.
STARMUS ê navên Stîvên Hokîng, Brayan Mêy, Alêksêy Lêonov û navên mayîne eyanva girêdayîye û ew ji sala 2O11 a da tê derbazkirinê.
Fêstîval ji alîyê fîzîk Garîk Îsrayêlyan û stiranbêjê koma «Queen» ê fîzîk Brayan Mêy damezirandine. Fêstîval hetanî roja îroyîn Tênêrîfê, Norvêcê, Swîsirê hatîye organîzekirinê.