SerekeSîyasî

HSD ê xirabkarîyên tirkaye meha tebaxêda raber kirine

L bakûr-rojhilatê  Sûrîyayê derbgîhandinên rêjîma tirka berdewam dibin. Ew dicêribînin bi teribandina  normên navnetewî temamîya herêmê dagir bikin.

Merkeza prêssayê, ya Hêzên Sûrîya Dêmokratîk înformasîonên derheqa xirabkarîyên leşkerî, yên dijî binelîyên herêmê, yên tebaxa sala 2O22 a raber kirine.

Nava meha tebaxêda eskerê tirka û çekdarên kirêkirî, yên ku piştgirîya wan dikin, agrêsîya dijî bakûr-rojhtilatê Sûrîyayê zêde kirine. Rûyê wê yekêda gelek binelîyên sîvîl hatine kuştinê, mal hedimîne derb gihîştîye sîstêmên cîh, nava wanda fabrîka, dêr û mekteba. Derba usa jî dighînine avtomaşînên sîvîl, zîyanê didine fêrmêra, yên ku nava zevîyên xweda dixebitîn.

Bi taybetî dirona didine xebatê û derba dighînine merkez û avtomaşînên sîvîl. Xêncî wê yekê artîlêrîyayê, tanka û sîlihên mayîne giran didine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button