H’emû nûçeSereke

Kongrêsmêna dew ji ŞAY kirine ku piştgirîya hûmanîtarî bidine Arsaxê

Hemserokê komîsîya Kongrêsêye ermenî Frênk Paloûn û kongrêsmêna ji Nêvadayê Dîna Tîtûs gihîştine koma ji 45 endamê û bangî sêkrêtarê dewletê Êntonî Blînkên û ajansa Ştatên Yekbûyîye pêşkeftina navneteweyî kirine, ku piştgirîya hûmanîtarî bidine binelîyên Arsaxê.

Armênprêsê ragîhandîye, wekî kongrêsmêna ew name girêdayî 31 salîya serbestîya Komara Arsxêra amade kirine.

«Cimeta Arsaxê dîsa li ber cabdarîya ber xwe dide, yên ku piştî şerê sala 2O2O î pêşda hatine. Ajansa Ştatên Yekbûyîye pêşdaçûyîna navneteweyî îzbat kirîye, wekî 9O hezarî zêdetr mihacir cîguhastî Ermenîstanê bûne, piranîya kîjana jin, zarok û merivên yaşên mezinin, yên ku ji wê krîzeya hûmanîtarî dizêrin»,- kongrêsmêna nama xwe vî cûreyî destpê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button