H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê bona beşdarbûna li civîna Yekîtîya Avropayê bê dewatkirinê
Ermenîstanê bona beşdarbûna li civîna Yekîtîya Avropayê bê dewatkirinê, ya ku wê 6 ê cotmehê li Prahayê pêk bê.
Dewatnamên wî cûreyî usa jî Siwîsr û Norvêc wê bistînin, yên ku endamên Yekîtîya Avropayê nînin, lê nava sûka tevayîda hatine întêgrasîyakirinê.Usa jî 9 welatên başqe wê bêne dewatkirinê, yên ku dixwezin bibine endamên Yekîtîya Avropayê: Moldova, Ûkraîna, Gurcistan, Albanîya, Bosnîya û Hêrsêgovîna, Montênêgro, Kosovo, Makedonîya Bakûr û Sêrbîya.
Hatîye dîyarkirinê, wekî serokê Konsêya Avropayê Şarl Mîşêl jî daye dîyarkirinê, wekî xwestin heye Tirkîyayê jî dewat bikin, lê bona wê yekê qayîlîya hemû hevkara pêwîste. Em bêjin, wekî dijî wê yekêne Yûnanistan û Qibris.