H’emû nûçeSereke
Fîlma ku xirabkarîyên Adirbêcanê raber dike, wextê fêstîvala Kannê ser ketîye: bila dinîya bizanibe /vîdêyo/
Wextê fêstîvala sînêmayê, ya li Kannê, çawa fîlma dokumental ya here baş, fîlma rojnamevanê ermenî Vîk Gêramî, ya bi sernavê «Dayîka welat» hatîye naskirinê.
Fîlm derheqa bûyarên sala 2O2O î da tîne ber çeva, bi taybetî derheqa wê yekêda, dema ku Adirbêcan bi piştgirîya Tirkîyayê êrîş bire ser Arsaxê, li kîderê ermenî dimînin. Careke mayîn dijî cimeta ermenî komkujî hate mîyaserkirinê û ji 5OOO a zêdetir meriv hatine kuştinê.
Xudanê fîlmê dibêje, wekî fîlmêda derheqa bêdengîya civaka navnetewîda hatîye dîyarkirinê, dema ku dijî cimeta ermenî xirabkarî dihatine mîyaserkirinê.