H’emû nûçeSereke

Serdemeke zêrîn ji bo zanistîyê: zanyar û mêvanan sedemên xwe yên beşdarbûna STARMUS VI pêşkêş kirin

Zanyarên ku ji bo fêstîvala navneteweyî ya STARMUS VI hatibûn vexwendin, behsa sedemên beşdarbûna xwe ya fêstîvalê, girîngîya wê û kombûna li dora heman fikirê kirin. Li gorî “Armênprêss”ê, li gorî zanyarîyan ev derfeteke başe ji bo danûstandin û nirxandina karê hev.

Êdîtorê Astronomîyê Dêyvîd Aykêr got ku ji bo wî kêfxweş bû ku beşdarî fêstîvalê bibe, ji ber ku STARMUS bi rastî bêhempa ye.

“Hevdamezrînerên fêstîvalê Garîk Îsrayêlyan û Brayan Mêy xwestin ku em li Ermenîstanê vê hevgirtina xebata me jî, ango yekîtîya ramana analîtîk û hunerê pîroz bikin.

Ev bûyereke zanistî ya awarte ye, mirov dikare bêje serdemek zêrîn piştî daketina ser Heyvê. Em ji dil hêvî dikin ku hûnê bi heman heyecanê kêfxweş bibin û biceribînin, li vir mêvandarîya xelatgirên Nobêlê, steyrnasan, kosmonavtan bikin, li dersên wan guhdarî bikin û gelek bûyerên ku  van rojan da werin lidarxistinê”,- Aykêr got.

Astrofîzîknasê Swîsrê û profêsorê beşa astronomîyê li zanîngeha Cenevreyê, Mîşêl Mayor, ku xelata Nobêlê wergirt ji ber dîtina gerstêrka yekem ya derdorî stêrkek mîna rojê, 51 Pegas dîyar kir ku demek hebû ku mirovahî nekirîye, heta dizanin roj çawa hatîye afirandin û gerstêrk çawa ava bûne.

“Û tenê piştî vedîtina şoreşgerî ya Êynştêyn îmkan bû ku ew bi tevahî were fam kirin. Ez dixwazim dîyar bikim ku derfeteke me ya bêhempa heye ku em bi mirovan re bipeyîvin, ji wan re rave bikin ka gerdûn û laş çawa bi hev ve girêdayî ne.

Tiştekî şabûnêye ku îro pêşveçûnên têknîkî me dihêlin ku em bersivek tam bidin  hemîn fênomênên gerdûnê. Kêfxweş im ku derfeta me heye ku em ezmûna xwe bi raya giştî re parve bikin û hem jî guh bidin xebatên zanyarên din”.

Profêsor û lêkolînerê fransî yê mîkrobîyolojî, gênêtîk û bîyokîmyayê Êmanûêl Şarpantîyên destnîşan kir ku ji bo wî gelek kêfxweşe ku li Ermenîstanê ye ji ber ku koka wî ya ermenî heye.

“Dikarin bêjin  ku fikir û armanca vê fêstîvalê ji bo min di vê xaçerêya çand û zanistîyê de pir girîng bû. Û wek ku berê jî hatibû gotin, di çarçoveya fêstîvalê de ev tevlîhevîya zanist û hunerê pir xweş e.

Û yek ji sedemên ku ez qîmetê didim vê festîvalê û jê hez dikim ev e ku em bi gelemperî pir hindik pîroz dikin, bûyerên bi qada zanistîyê ve girêdayî pîroz dikin, û berhevkirina wê li vir bi mûzîkê re ji bo zanistîyê jî pir balkêş e”,- Êmanûêl Şarpantîyên got.

Profêsorê zanistîya avhewayê ya  Londonê Krî Rêplîn dîyar kir ku fêstîval bûyereke zanistî ya bêhempa ye.

 “Di hişê meda, zanistî û huner ewqas bi hevva girêdayî ne ku bi saya wan em cîhanê ji hev vediqetînin û hemî qatên wê yên pergala nirxan fam dikin. Û bê guman, ji bo zanyarên avhewayê pir girîng e ku em girîngîya nûbûn û xebata zanistî ya ku em ji cîhan û gerstêrka xwe re dikin nas bikin”,- ewî  da kifşê.

Li gorî înjênêrê Amêrîkî û astronavtê berê yê NASA Garêt Raysman, yek ji beşên herî erênî yên astronavtbûnê ev e ku hûn her gav bi mirovên ku di qadê de çêtirînin re têkîlî daynin.

“Festîvala STARMUS li ser vê yekê ye ku ne mirovên serketî dikarin li vir beşdar bibin, lê mirovên asayî, nezanist jî, ku îro jî hene. Û hatina vir bi rastî ji bo min dîyarîk e “,- wî bi dawî kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button