AborîH’emû nûçeSereke
Deranîna eşîyayên ji Ermenîstanê ya berbi Rûsîyayê zêde dibe:qîmetkirina êkonomîzan
Deranîna eşîyayên ji Ermenîstanê ya berbi Rûsîyayê zêde dibe. Nîveka salêye ewlinda ew reqem bi 5O selefîva zêde bûye. Derheqa wê yekêda êkonomîzan Aşot Tavadyan gotîye Armênprêssê.
Bi gotina wî ew yek pêwandîyên ermenîya-rûsava girêdayîye.
«Nava sûka dinîyayêda bahê hezar mêtr çarparsû gaz ji 2OOO dolarî zêdetire, lê em gazê bi 165 dolarî dikirin. Ew yek tiştekî girînge»,- Tavadyan gotîye.
Bi gotina profêsor nava şeş mehada deranîna eşîya, ya ji Ermenîstanê bi 36,3 selefîva zêde bûye.Tavadyan usa jî daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan ji Rûsîyayê krêdîta distîne, nava wanda usa jî bona stansîya atomî.