
Sîyasetmedarê kurd, yê ji Brîtanîyayê, Nadîm Zahavî çawa wezîrê pêwandîyên di navbera hukumatada hatîye kifşkirinê.
Lîz Tras, ya ku roja duşemê çawa lîdêra partîya konsêrvatîv hatîye hilijartinê û bûye serokwezîra Brîtanîya Mezin, destbi sazkirina kabîneya nû kirîye.
Zahavî li Kurdistanê ji dayîk bûye, lê malbeta wî sala 1976 a cîguhatîya Birîtanîya Mezin bûye, dema ku ew neh salî bûye.
Sîyasetmedarê kurd pêşda qulixa sêkrêtarê Brîtanîyayêyî dewletêda, ya pirsên perwerdê, xebitîye.







