H’emû nûçeSereke

Ermenîstan gerekê hemû cedandina bide xebatê ku satêlîta nû amade bike: Skot Habbard

Sê rojên ewlin, yên  fêstîvala  STARMUS ê, ya ku li Ermenîstanê derbaz dibe, gelekî baş bû û beşeke sozdayîna îdî hatîye qedandinê, di navbera kûltûrayê û zanistîyêda pêwandî hatîye çareserkirinê. Armênprêssê ragîhandîye, wekî nava  doranên fêstîvalêda, wextê prêss-konfêransê, derheqa wê yekêda Skot Habbardê fîzîk gotîe, yê ku lêkolînên erşê ezmînva mijûl dibe.

«Gerekê bêjin, wekî nava zanistîyêda sazbendî heye û nava sazbenlîyêda jî zanistî heye.Ev yek hukumekî mezin dida eşkerekirinê. Ez usa jî rastî hevalkarên xwe hatime, beşeke kîjana min nas dikir, lê beşek jî hevalkarên nûne. Bi fikira min Ermenîstan gerekê şuxulkaîya xwe berdewam bike û hemû cedandina bide xebatê, ku satêlîta xweye duem amade bike, çimkî piştî sazkirina wê li ber çevaye, wekî nava goveka lêkolînên erşê ezmînda dikarin welatên nû beşdarbin»,- Habbard gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button