H’emû nûçeSereke

Merkezkirina guhdarîyê, ya li dora Ûkraînayê dikare li Qafqasîya Başûr hal bide tevlîhevkirinê: serokwezîrê Ermenîstanê

Çawa ku em zanin wekî guhdarîya temamîya civaka navnetewî, bi taybetî, ya tifaqdara Ermenîstanê- Rûsîyayê, gelekî dora Ûkraînayê hatîye merkezkirinê, xemgînî heye wekî ew yek dikare li Qafqasîya Başûr tevlîhevbûnê pêşda bîne. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkl Paşînyan wextê civîna Rojhilatêye êkonomîkî gotîye.

«Hal li herêmê awaqasî jî  qewîn nîne. Hûn zanin, wekî sala 2O2O î me şer dît û hal wî cûreyî bû,  dema ku Adirbêcanê şer destpê kir, guhdarîya civaka navnetewî, nava wêda guhdarîya Rûsîyayê li ser pirsên nexweşîya koronavîrûsê hatibû merkezkirinê. Em hêvîdarin,wekî tevî Rûsîyayê û hevkarên mayîn emê bikaribin halê li herêmê bin kontrolêda xweykin, kîjan bona ewlehkarîya hemcîhanî gelekî girînge»,-Paşînyanê serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button