H’emû nûçeSereke

Adirbêcan difikire wekî pirsa Qerebagê helkirîye û ew yek dijî tabîya Ermenîstanê û civaka navnetewîye: Paşînyan

Li Bryûsêlê, wextê hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê, serokê Adirbêcnê û serokê Konsêya Avropayê, girêdayî pirsên bona ermenîya girîngra li hev nehatîye bighîjine tabîyên tomerî. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê hevdîtina tevî dîyaspora ermenîye li Vladîvostokê gotîye.

«Gilî  hîmlî derheqa pirsgirêka Qerebagêdane. Kîjane fikira Adirbêcanê? Ew difikirin, wekî pirsgirêka Qerebagê helkirîye û tiştê gotûbêjkirinê îdî tune.Tabîya me û ya civaka navnetewî li gorî tabîya Adirbêcanê nîne.  Ew yek jî ber çevaye wekî Rûsîya jî wê yekêra qayîl nîne. Wextê seredana min, ya li Rûsîyayê,  min û serokê Rûsîyayê me elametî îmze kir, kîjanêda hatîye dîyarkirinê, wekî em gerekê bona helkirina pirsgirêka Qerebagê hevkarbin.Dêmek,  Rûsîya dide dîyarkirinê, wekî pirsgirêk heye, kîjanê gerekê helkin.Ev yek nêzîkî aqilaye, çimkî heger pirsgirêk tunebûya, aşîtîparêzên Rûsîyayê wê li Qerebagê nîbûna»,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button