SerekeSîyasî

Dadgeha Îraqêye here bilind erza derheqa belavkirina parlamêntê înkar kirîye

Dadgeha Îraqa Fêdêral ew erze înkar kirîye, kîjanêda hatibû hîvîkirinê, ku parlamêntê bidine belavkirinê. Dadgehê daye dîyarkirinê, wekî belavkirina parlamêntê ew mijar nîne ku dadgeha li ser wêbe.

Rêberê şihîyayî ruhanî Muktada As Sedir meha tebaxêda bangî dadgehê kiribû, ku ew parlamêntê bidine belavkirinê, çimkî parlamênt nikare hukumata nû sazke.Dadgehê bersiv da, wekî ew nikare  beşdarî wê pirsê bibe, çimkî ew nakeve nava borcdarîyên wê.

Piştî wê yekê dîsa ew doz pêşda hatibû pêşdakişandinê, lê bersiv hatibû dayînê, wekî piştî hevtêkê wê bê birîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button