H’emû nûçeSîyasî

Em gerekê ne ku «statûs-kivo» yê qebûlkin, lê gerekê garantîyayên binelîyên Qerebagê, yên li ser axa  wan bidine çareserkrinê: parlamêntvanê  Avropayê

Bi teşkîldarîya parlamêntvanê parlamênta Avropayê Pîtêr Van Dalên û ofîsa data Ermenîye li Avropayê, civîna bi sernavê «Sala 2O2O: şer û mafên mêriv li Arsaxê» pêk hatîye.

Hatîye ragîhandinê, wekî raportkirên hîmlî parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Gêgam Stêpanyan û wekîla dîlên ermenî, ya li mehkema Avropayêye mafên mêriv Sîranûş Sahakyan bûne.Wextê civînê cêrge parlamêntvanên Avropayê, şuxulkarên sîyasî, dîplomat û wekîlên organîzeyên civakî amade bûne.

Parlamêntvanê Avropayê Pîtêr Van Dalên daye dîyarkirinê, ku ew hazire piştgirîyê bide Arsaxê û gotîye: «Ez li rex cimeta ermenî sekinîme. Jîyana cimeta Arsaxê û mîrata wane çandî bin qezîyayêdanin.Em gerekê ne ku «statûs-kivo»yê qebûlkin, lê gerekê bona binelîyên ermenîye li Qerebagê wan garantîya bidine çareserkirinê, ku ew li axa xweye dîrokîda bijîn».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button