H’emû nûçeSereke

Hemsedirê koma Mînskê, yê ji ŞAY Fîlîp Rîkêr li komplêksa bîranînê, ya komkujîya Ermenî qesidîye

Dêlêgasîya bi serkarîya hemsedirê koma Mînskê,yê ji Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî  Fîlîp Rîkêr, bi rêberîya wekîlê wezîreta Ermenîstanêye karên der Armên Yêganyan û bayloza Ştatên Yekbûîye li Emenîstanê Lîn Trêysîyê, li komplêksa bîranînê, ya komkujîya Ermenî qesidîye.

Serokê mûzêyî-înstîtûta komkujîya Ermenî  Harûtyûn Marûtyan dîroka sazkirina wê komplêksa bîranînê raber kirîye.

Fîlîp Rîkêr tacê kulîlka danîye li ber heykel, lê piştî wê yekê endamên dêlêgasîyayê kulîlk danîne li ber agir û bi deqeke bêdengîyê qedirê bîranîna mîlyon nîvek cangorîyên bêsûc girtine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button