H’emû nûçeSereke

Peyka ermenî ya ku ber bi fezayê ve hatîye avêtinê dixebite, wêne hene: alîkarê wezîrê BTA û hevakarê SATLANTIS  ê hûragahîyan pêşkêş kirin 

Alîkarê yekem yê wezîrê têknolojîyên bilind Gêvorg Mantaşyan û hevdamezrîner û rêveberê giştî yê SATLANTIS, zanyar Xûan Tomas Hêrnan hûrgilî li ser «ArmSat-1», yekem satêlîta Ermenîstanê ya ku ber bi fezayê ve çû, pêşkêş kirin. Di civîna çapemenîyê de, “Armênpress” li ser encamên avêtina yekem satêlîta Ermenîstanê pirsî, gelo wêne hene yan na, û eger wisa be dê kengê bên weşandin?

“Satelît kar dike, wêne hene, lê em nafikirin ku niha hewcedarî bi axaftinê nîne. Sedem hene. Em dizanin ku satelît heye, em dizanin ku ew dixebite, em dizanin ku ew çalakiyan dike. Yên ku dê bi projeyê re bixebitin dê bizanibin”.

“Armênpress” her wiha pirsî ka Ermenîstan li ser destpêkirina “kûbsats” ê dixebite yan na. Mantaşyan bersiv da ku stratejîya wezareta BTA yê hîna bi dawî nehatîye erêkirin, lê ew dikare bibêje ku di çarçoveya STARMUS ê de pêşîneyên wezîretê têne serrastkirin.

Mantaşyan got, rojeyên bi vî rengî şert û mercan dixwazin, em mecbûrin ku van şert û mercan ji bo “sûbesatan” çê bikin û peyda bikin.

Hevdamezrîner û rêveberê giştî yê şîrketa têknolojîya fezayê ya  SATLANTIS îspanî, zanyar Xûan Tomas Hêrnanî, ji alîyê xwe ve diyar kir ku her tiştê ku tê plankirin ku were pêkanîn bernameyeke bi çalakîyên wededirêje.

“Pêngava ewil berîya niha hatibû avîtinê û  berbi fezayê ve hat avêtin. Em çalakîyên plankirî heftane dikin, ji ber ku çalakîya fezayê gera meşê ya bi bernameyek zelal tê wateya. Piştî gava yekem, planên me yên demdirêj hene, gava din dê bi taybetî avakirina kargehek satelaytên ermenî be. Eşkere ye ku ev projeyên demdirêj û mezin divê bi têkel û tevlêbûna çavkanîyan re hevaheng bin»,- Hêrnanî got.

Li gorî hevkarê SATLANTIS ê, di çarçoveya bernameyê  dê xwendikarên ermenî ji bo perwerdehîyê bişînin Spanyayê û di heman demê de dê ji Ermenîstanê projeyên lêkolînê yên hevpar yên di warê rêvebirina hesabkerî ya satelaytan de pêk bînin.

“Bi gotineke dinda em dibînin ku destpêşxerîyên cûre-cûre hene û eslê wan hemûyan ji Ermenîstanê bi xwe ye, lê ev projeyek demdirêje, û pêdivî ye ku em bi sebir bin, ji bo vejandina pîşesazîyê, ji ber ku her çend proje hebûn û kapasîteyên girîngîya kozmîk yên di optîk û elektronîkî de li Ermenîstanê, lê belê, sêktora wê demê hinekî di xew de bû. Divê ew ji nû ve were şîyarkirin,  Hêrnanî got.

Hevakarê SATLANTIS ê anî ziman ku ji ber ku potênsyalê dibînin, biryara wan e ku werin Ermenîstanê û li vir bixebitin.

“Li vir ji serxwebûnê ber bi xweserîyê ve gav tê avîtin. Bi gotineke din, panelên kontrolê yên belavkir, rêveberîya daneyê, kapasîteyên wergirtin û hilberandinê, xebitandin, van hemî şîyan dê li Ermenistanê pêk werin. Û ev jî bi sîyaseta hukumetê ve girêdayî ye. Roja mezin, roja girîng ne li pişt çîya ye, Hêrnanî bi dawî kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button