H’emû nûçeSereke

Bi meremê piştgirîya normalkirina pirsên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda ŞAY wê formatên dualî û piralî  bide xebatê: Rîkêr

Şêwirmendê  pirsên hevraxeberdanên Qafqasîyayê Fîlîp Rîkêrê bayloz, wextê seredana li Ermenîstanê rastî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan, sêkrêtarê şêwira bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan, wekîlê Ermenîstanêyî nava hevraxebedanên ermenîya-tirkada Rûbên Rûbînyan hatîye.

Rîkêrê bayloz derheqa hazirîya Ştatên Yekbûyîda daye dîyarkirinê, wekî welatê wî piştgira wê yekêye, ku li Herêma Qafqasîya Başûr jîyana gulvedayî û edil, ya dêmokratîk, îzbatbe.

Ewî dye dîyarkirinê, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê beşdarbûna xweye tevî formatên dualî û piralî berdewam bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button