Arxêolocên ûnîvêrsîtêyên Ştatên Yekbûyî, yên Harvardê û Êmorîyê dixwezin lêkolîna li paytextê Herêma Kurdistanê Hewlêrê mîyaser bikin û bi wî meremî tevî hukumata herêmê peyman hatîye îmzekirinê.
Li gorî peymanê arxêolocên ûnîvêrsîtêya Harvardê bona mîyaserkirina lêkolînên arxêolocî, yên li Hewlêrê cabdarin, nava wanda usa jî yên nehîyên Givêrê û Pîrdê.
Arxêolocê ûnîvêrsîtêya Êmorîyê wê li provînsîyayê lêkolîna bikin, lê derheqa cîh û warê lêkolînada tu înformasîya nehatine dayînê. Li gorî peymanê xebatên li ser erdê wê hetanî sala 2O26 a berdewambin.