Mirovên herî baş li virin: mêvanên STARMUS ê li ser Ermenistanê
Zanyar û mêvanên ku di çarçoveya fêstîvala TARMUS VI de hatin Ermenîstanê, ji çand, dîrok û xwarinên xweş yên welêt bandor bûn.
Li gorî “Armênprêss”ê, astronavt Çarlî Dyûk, beşdarê mîsyona “Apollo-16” got ku ew ji bilî ya yekem beşdarî hemî STARMUS ê bû.
“Vê carê ez bi hevjîna xwe re li Ermenîstanê me û ji bo min şanazîyeke mezin e ku ez ji mêvanperwerîya vî gelî kêfxweş bibim û her wiha keşfkirina mîrata dewlemend ya dîrokî û çandî ya vî welatî heye.
Pisporê zanistî û têknolojîyê yê lêkolîner Tonî Don ji nîqaşên ku di dema STARMUSI de li Ermenîstanê têne kirin bandor e.
“Hûn bi zanyarek yan bi beşdarek raste-rast re têkilî daynin, her kes ji pirs, bersiv û nîqaşan re vekirî ye. Ez cara yekem e li Ermenîstanê me û bi taybetî dixwazim bibêjim ku li vir mirovên herî baş, xwarinên herî xweş hene. Ez bûme evîndara Ermenîstanê, ez bawarim ku sala bê ezê bikaribim serdana Ermenîstanê bikim”.