H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê berbirî Rûsîyayê, Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv û Organîzeya Netewên Yekbûyî bibe: civîna şêwira Bêqezîyabûnê pêk hatîye
Bi serkarîya Nîkol Paşînyanê serokwezîr civîna şêwira Bêqezîyabûnê pêk hatîye, xêncî endamên şêwira bêqezîyabûnê usa jî serokkomarê Ermenîstanê Vagahin Xaçatûryan û serokê parlamêntê Alên Sîmonyan beşdar bûne.
Civînêda gavên ji bo berfirehkirina kiryarên êrîşkar yên Adirrbêcanê yên li ser axa Ermenîstanê ku nîvê şevê dest pê kiribûn, hatin gotûbêjkirin.
Biryar hat kirinê ku bi fermî berbirî Fêdêrasyona Rûsyayê bi awayekî fermî serî li rêxistina Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv û Konseya Neteweyên Yekbûyî bide ku bendên peymana dostanî, hevkarî û alîkarîya di derbarê êrîşa li dijî axa Komara Ermenîstanêda bi cih bîne.