Endamê byûroya sîyasî, ya partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Cefer Emînkî gotîye, wekî ewê kandîdatê xweyî tomerî, yê tevî Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê pêşda bikişînin.
«Niha di navbera me û Yekîtîya Niştîmanada hevfemkirina baş bona halê li Îraqê heye. Vê carê kandîdatê meyî tomerî wê bona qulixa serokê bê pêşdakişandinê»,- Emînkî gotîye Kurdistan 24 ê.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî pêşda di navbera herdu alîyada hevraqayîlnebûn hebûn, lê niha usa nîne. Ewî gotîye, wekî partîya wan bona qulixê şerkarîyê nake, bona karê kurdî şerkarîyê dike, ne ku bona berjewandîyên partîyayê.