H’emû nûçeSereke

Kuştî û  birîndar hene: wezîreta Ermenîstanêye parastinê

13 ê îlonê, şev seheta 12:O5 deqe, pareskrên Adirbêcanêye sîlihkirî bi topbarandina, mînavêja û dirona bi întênsîvî li çend beşên sînorê ermenîya-azêrîya agir barandine berbi tabîyên ermenî. Bi taybetî tabîyên li alîyê Sotkê, Vardênîsê, Gorîsê, Kapanê, Artanîşê û Îşxanasarê tên topbarankirinê. Derb gîhandine usa jî sîstêmên sîvîl.

Pareskerên hêzên ermenî pirsên pêşîya xwe dianî hel dikin.

Ew gotinên wezîreta Adirbêcanêye parastinê, wekî topbarankirin alîyê ermenî destpê kirîye, yên nerastin. Serokatîya Adirbêcanêye leşkerî-sîyasî van rojên dawî bi înformasyonên xweye nerastva xwe amade dikir, şedetîya kîjanê înformasîyayên wêye nerast bûn, ku giva alîyê ermenî tabîyên azêrîya gulebaran dike. Ev provokasyon hêzên Adirbêcanê kirine.

Li alîyê ermenî kuştî û birîndar hene.Derheqa wê yekêda nava elametîya wezîreta Ermenîstanêye parastinêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button