H’emû nûçeSereke

Sala 2O22 a tu welatîkî Adirbêcanê neketîye Ermenîstanê: lê sirîya welatîyên Tirkîyayêda çawa bûye?

Serokê îdarêye mîgrasîyon Armên Gazaryan wextê hevpeyvîna tevî Spûtnîk Armênîya ê derheqa dînamîka mîgrasîyonda xeberdaye û daye dîyarkirnê, ku nava organa Ermenîstanêye mîgrasîyonda guhartinên çi cûreyî wê bên kirinê.

Li Ermenîstanê tenê sê  selefên xebatkarên mîgranta bi fermî hatine dîyarkirinê. Derheqa wê yekêda Armên Gazaryan gotîye û daye dîyarkirinê, wekî li Ermenîstanê bêkarî geleke û van salên dawîda Ermenîstan bûye cîhê hêza xebatêye arzan. Bi gorî hejmarên fermî nava mîgrantada û usa jî alîyê tûrîzmêda Rûsîya cîhê ewlindaye, cîhê duemda Hindistane, cîhê sêemda Îrane, lê paşê Fîlîpîne.

 Miqaledar pirs  daye Armên Gazaryan ku sala 2O22 a da çend welatîyên Tirkîyayê û Adirbêcanê hatine Ermenîstanê.

«Merivên bi pasportên Adirbêcanê nehatine Ermenîstanê, lê derheqa welatîyên Tirkîyayêda ez bêjim, wekî çûyîn-hatin hebûye. Firqîya çûyîn-hatinê dighîje sed merivî. Dêmek 39OO meriv hatine, lê 38OO meriv derketine. Bi hesabhildana cêribandina xwe, ez dikarim bêjim, wekî dema ku em derheqa pasportên welatîyên Tirkîyayêda dibêjin, piranîya wan meriva esilê xweda kurdin»,- Gazaryan gotîye.

Bi gotina wî hejmarên sala îsalin himberî yên salên derbazbûyî nêzîkî hevin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button