H’emû nûçeSereke

Zêdebûna zivira eşîyaye di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda wê berdewambe: Paşînyan derheqa pêwandîyên tevî Rûsîyayê

Serokwezîrê Ermenîstanê optîmîste û difikire, wekî zêdebûna zivira eşîyaye di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda wê berdewambe.  

Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîna weşana kanala têlêvîzyonêye  «Rossîya 1» ê, Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.

«Dînamîka nû li ber çevaye, faktorên nû hene, yên ku bi cûrê baş tehsîra xwe li ser zivira eşîya dihelin û ew yek wê dîsa zêdebe»,- ewî gotîye.

Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî ew nikare bêje ku ew yek wê çiqasî berdewambe, lê serokwezîrê Ermenîstanê optîmîste.

Pêşda serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn elam kiribû, wekî Rûsîya nava cêrga hevkarên Ermenîstanêye bazirganîyêda cîhê ewlindaye. Ewî  gotibû, wekî bona qewînbûna halê êkonomîkî, yê li Ermenîstanê ji alîyê hukumata Paşînyanda gelek tişt hatine kirinê.

Em bîr bînin, wekî sala 2O21 ê da Ermenîstan û Rûsîya bahê 2,6 mîlyard dolarî kirîn-frotan mîyaser kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button