H’emû nûçeSereke

Adirbêcan derba dighîne cedandinên alîyê ermenî, yên bona îzbatkirina aşîtîya li herêmê:Ararat Mîrzoya Îgor Xovayêv qebûl kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan hemsedirê koma Mînskêyî ji Rûsîyayê Îgor Xovayêv qebûl kirîye, bona ku piştgirîyê bidine normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda.

Ararat Mîrzoyan halê pêşdahatî, yê ku rûyê agrêsîya Adirbêcanêye dijî  Ermenîstanê pêşda hatîye, raber kirîye. Mîrzoyan derheqa pêwîstîya bersivdayîna hindava kirinên Adirbêcanêda xeberdaye. Mîrzoyanê wezîr gotîye, wekî bi zordarî  gihîştina armancên  xwe, Adirbêcan derbê dighîne cedandinên alîyê ermenî, yên bona îzbatkirina aşîtîyê.

Pirsên derheqa helkirina pirsgirêka Qerebagêda û heleqetîyên di navbera Ermenîstnê û Adirbêcanêda hatine gotûbêjkirinê.Wezîrê Ermenîstanê usa jî gotîye, wekî alîyê ermenî hêvîdare, wekî hemsedirtîya koma Mînskê jî wê bi aktîvî beşdarî vê pirsê bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button