H’emû nûçeSereke
Mîrzoyan wextê axaftina bi têlefonê ya tevî Borêl, derheqa pêwîstîya bersiva navnetewîda derheq kirinên Adirbêcanêda daye dîyarkirinê
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wekîlê Yekîtîya Aaropayêyî pirsên der û sîyaseta ewlehkarîyê Jozêf Borêl axivîye.
Mîrzoyanê wezîr halê rûyê agrêsîya Adirbêcanêda pêşdahatî raberî Borêl kirîye.Hatîye dîyarkirinê, wekî ne tenê tabîyên leşkerî, lê usa jî sîstêmên sîvîl bûne hedefa agrêsîya Adirbêcanê.
Ji alîyê Ararat Mîrzoyanda hatîye dîyarkirinê, wekî kirinên Adirbêcanê gerekê ji alîyê civaka navnetewîda bêne qîmetkirinê.