H’emû nûçeSereke

Paşînyan wextê hevdîtina tevî Xovayêv derheqa girîngîya cêribandina hemsedirtya koma Mînskêda daye dîyarkirinê

Nîkol Paşînyanê serokwezîr hemsedirê koma Mînskêyî ji Rûsîyayê, wekîlê wezîrê Rûsîyayêyî karên der Îgor Xovayêv  qebûl kirîye. Beşdarên hevdîtinê derheqa agrêsîya dijî Ermenîstna serbixwe û altkirina halê pêşdahatîda xeberdane. Pirsên derheqa xweykirina aşîtî û qewînbûna li herêmê girîng hatine hesabkirinê.

Dorana pirsên derheqa helkirina pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, usa jî dew û doza Qerebagêda, hatîye gotûbêjkirinê.

Paşînyanê serokwezîr derheqa girîngîya înstîtûta hemsedirtîya koma Mînskê û xebitandina cêribandinê, ya li gorî mandata navnetewî, daye  dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button