H’emû nûçeSereke

Sêkrêtarê ŞAY berbirî Elîyêv bûye ku opêrasyonên leşkerî bidine sekinandinê

Sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîyî dewletê Êntonî Blîkên berbirî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv bûye ku opêrasyîonên leşkerîye dijî Ermenîstanê bidine sekinandinê.

Derheqa wê yekêda berdevkê sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî Nêd Prayîs elam kirîye.

Ewî gotîye, wekî Êntonî Blînkên şev serokê Adirbêcanê Îlham  Elîyêvra qise kirîye û xemgînîya xwe daye dîyakirinê, ku li ser sînorê ermenîya-azêrîya opêrasîyonên leşkerî mîyaser dibin, nava wanda derheqa topbarankirinên axa  Ermenîstanê.

«Sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî berbirî Elîyêv bûye ku opêrasîyonên leşkerî bidine sekinandinê û gotîye, wekî Ştatên Yekbûyî dicedîne k opêrasîyonên leşkerî bêne sekinandinê û pirsgirêka di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bi rîya edil bê helkirinê»,- nava elametîya belavkirîda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button