H’emû nûçeSereke

Adirbêcan dicêribîne bi zordarîyê bighîje dewekarî û armanca xwe:Ararat Mîrzoyan

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan di civîna bi serokên nûnertîyên dîplomatîk yên li Ermenîstanê yên pejirandî re axivî.

“Hevalên hêja,

Weke ku hûn zanin, ji 13 ê îlonê de, piştî nîvê şevê, hêzên çekdarên Adirbêcanê êrîşeke berfireh li rojhilat û başûrê rojhilatê Komara Ermenîstanê pêk anîn û bi rastî destdirêjî li ser yekparçeyîya axa Komara Ermenîstanê kirin. Êrîş bi topa û dirona hatîye bikaranîn û ne tenê li ser sînorê  ermenîya-azêrîya, lê usa jî berbi li gundên Sotke, Vardênîsê, Şorjayê, Gorîsê, Kapanê, Artanîşê û Îşxanasarê, navçeyên Vayos Zorê û Syûnîkê û li warê binesazîyên sivîl.

Hetanî îro ji alîyê ermenî 1O5 kuştî hene. Azêrî li ser torên civakî vîdyoyan pareve dikin, ku têde girtîyên ermenî yên nû hene. Di vê çarçoveyê de ji bo pêşîgirtina li zext, kuştinên bê daraz û windakirinên bidestî zorê yên li ser girtîyên ermenî jî weke şerê 44 rojan, bertekên civaka navneteweyî girîng e.

Hêjayî gotinê ye ku pêşîya êrîşa ku hat kirin, bi gotinên şerkar yên bi mehan û daxuyanîyên Adirbêcanê yên ku yekparebûna axa Komara Ermenîstanê dipirse, îdîayên herî bilind yên li ser axa me ya serwerî, û her weha provokasyonên li dijî Ermenîstanê yên di rojên dawî de pêk hat.

Adirbêcan li gorî şêwazê xwe, alîyê Ermenîstanê bi destpêkirina provokasyonên mezin sûcdar dike. Helbet ez usa difikirim ku zanîna we ya li ser herêmê û agahîyên di destê we de bes e ku hûn fêm bikin ka kîjan alî dest bi kiryarên êrîşker kiriye, lê ez hewce dibînim ku bala we bikişînim ser geşedanên ku di rojên berîya vê mezinbûnê de rû dane.

Ji  2 ê îlonê da wezîreta  Adirbêcanêye parastinê her roj zanyarîyên nerast belav dike ku alîyê Ermenistanê bi çekên ji qalibên cuda ber bi baregehên Adirbêcanê ve gulebaran kirîye. Ev agahî di wan rojan de gelek caran ji alîyê wezîreta parastinê ya Ermenîstanê ve bi awayekî fermî hat redkirin.

Derbarê balafirên ku ji Tirkîyayê barên leşkerî dibirin Adirbêcanê hertim agahî digirtin. Û ji 5-9 ê îlonê de hêzên asmanî yên Tirkîyayê û Adirbêcanê tetbîqateke leşkerî ya hevbeş pêk anîn, ku erka wê ya ragîhandinê îmhakirina armancên esmanî û bejayî yên dijminê konvansîyonel bû.

Wezîrê parastinê yê Adirrbêcanê ji 10 ê îlonê de di hevdîtina bi serfermandarîya giştî re telîmat da ku ji bo tavîlê û bi tundî bersiva provokasyonan bidin. Wî her weha talîmatên zêde da ji bo baştirkirina lênihêrîna bijîjkî ya serbazên li ser sînorê bi Ermenîstanê re.

Li civîna 31 ê tebaxê de li Bryûsêlê, Îlham Alîyêv di esasê xwe de bi şêwazê ûltîmatûmê dîyar kir ku ew ê bi Komara Ermenîstanê re li ser çareserkirina kêşeya Qerebaxê biaxivin, ji ber ku li gorî wî tu tişt tune. Pirsgirêka Qerebaxa Çîya û  pirsgirêka ermenîyên Arsaxê pirsgirêka navxweyî ya Adirbêcanê ye, eger bixwaze wê li ser bingeha destûra bingehîn ya Adirbêcanê çareser bibe. Bi awayekî xwezayî ev nêzîkatî bi tu awayî ji alîyê ermenî ve nayê qebûlkirin û qet ne dişibihe mûzakereyên aştîyê, lê dîyardeyeke din ya siyaseta xûrafe ye.

Alîyê ermenî çend cara nêrîna xwe eşkere kirîye ku ew amade ye kanalên pêwendîyê bi Adirbêcanê re piştî zelalkirina rêjîma veguhestinara, ku divê serwerî û dadwerîya welatan li ser rêyên ku di nav xaka wê re derbas dibin dabîn bike. Di heman demê de cîbicîkirina rêkeftina li ser vegerandina rêya hesinî ji alîyê Adirbêcanê bi xwe ve tê astengkirin.

Bi êş, ez dixwazim tomar bikim ku reftarên bi vî rengî yên Adirbêcanê jî encama sala berê ya 2021-an e. Ji êrîşên ji meha gulanê û vir ve, li hemberî daxuyanîyên bênavber yên civaka navneteweyî.

Ez spasîya hemû wan welatan dikim ku di daxuyanîyên xwe yên van her du rojan de raste-rast bûn û ji welatên din yên hevkar jî hêvîdar im helwesteke bi heman rengî ya edilane.

Komara Ermenîstanê, li ber çavê giranbûna rewşê, biryar daye ku hemû amûrên dîplomatîk ji bo rawestandina êrîşên Adirbêcanê bi kar bîne û artêşa Adirbêcanê vegerîne cîhên xwe yên destpêkê. Li gorî vê yekê Ermenîstanê serî li Federasyona Rûsyayê, Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve û konseya ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî da.

Di civîna Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve de ku duh êvarê pêk hat de, biryar hat ku sêkrêtarê  rêxistinê Stanîslav Zas bişînin Ermenîstanê. Di civîna îro ya encûmena  navdewletî de dê rewşa niha were gotûbêjkirin.

Em hêvî dikin ku Adirbêcan tavîlê van biryarên jêrîn pêk bîne:

    .   bi temamî rawestandina agir,

     .  Vegera hêzên çekdar yên Adirbêcanê bo cîhên xwe yên resen.

      . serbestberdana girtîyên ermenî”,- wezîr di axaftina xwe de got.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button