Adirbêcan li Rojavayê dicêribîne fikira derheqa vekirina enîya şêre duem ya dijî Rûsîyayê pêşda bibe: Paşînyan
Nîkol Paşînyanê serokwezîr derheqa kontêksta gêopolîtîkî, ya êrîşa Adirbêcanêye ser Ermenîstanê xeberdaye. Adirbêcan li Rojavayê dicêribîne Ermenîstanê çawa piştgira Rûsîyayê raberke, lê li Rûsîyayê jî çawa piştgira Rojavayê raberke. Derheqa wê yekêda Paşînyan li parlamêntê gotîye.
Torosyanê parlamêntvan pirs daye Paşînyan ku gelo serokwezîr derheqa vê êrîşa Adirbêcanêda faktora gêopolîtîkî dibîne, yan na.
“ Belê, kontêksta gêopolîtîkî heye, çimkî Adirbêcan wedê dirêje sîyaseta vî cûreyî dimeşîne.Ew diçe Rojavayê û li wir Ermenîstanê çawa dewleta piştgira Rûsîyayê raber dike, û li Rojavayê dicêribîne fikira derheqa vekirina enîya şêre duem, ya dijî Rûsîyayê pêşda bikişîne”,- Paşînyan gotîye.
Ewî ew yek înkar nekir wekî him li Rojavayê û him jî li Rûsîyayê doranên usa hene, yên ku begemîyê didine fikirên li gorî gotinên Adirbêcanê. Ewî gotîye wekî ew hêvîdare wekî li ser dereca dewletê femdarîya wî cûreyî tune.