H’emû nûçeSereke

Bi vî cûreyî Adirbêcan nerazîbûna xwe ji encamê şerê 44 roje dide kifşê: Paşînyan derheqa êrîşa Adirbêcanêda

Nîkol Paşînyanê serokwezîr li ser wê fikirêye, wekî Adirbêcan bi agrêsîya xweye dawî dide kifşê, ku ew ji encamên şerê 44 roje nerzaîye. Derheqa wê yekêda Paşînyan li parlamêntê gotîye dema ku bersiva pirsê daye.

“Çi ku ez bêjim, diqewime bona geleka tiştekî ecêvbe, wekî Adirbêcan bi vî cûreyî nerazîbûna xwe hindava encamên şerê 44 roje dide kifşê.Ez fem dikim, wekî ez niha tiştekî e’cêb dibêjim. Niha gelek tişt hene ku nikarim bi hûrgilî bêjm, lê gerekê bidime dîyarkirinê, wekî em bi çiqasîva jî ji elametîya 9 ê mijdara sala 2O2O î nerazîne, lê ew yek ber çevaye ji 9 ê mijdarê destpêkirî, Adirbêcan şerkarîyê dike ku elametîya sêalî betal bike”,-Paşînyan gotîye.

Bi gotina wî, Adirbêcan li ser sê xalên elametîya sêalî şerkarîyê dike: ya ewlin ewe, wekî Qerebag heye, ya duem ewe, wekî xeta sînorê Qerebagê heye, garantîya parastina kîjanê Rûsîya  dide û usa jî sivdera Laçînê, ya ku pêwandîya di navbera Qerebagê û Ermenîstanêda dide çareserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button