H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê nava axa xweda sivderê nede: serokwezîrê Ermenîstanê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li parlamêntê elam kirîye, wekî Ermenîstanê nava axa xweda sivderê nede.

“Me tevî hemû tifaqdarên  xwe gotûbêjkirin  kirîye û femdarîke meye tevayî heye.Welatekî usa tune, ku tevî me wextê gotûbêjkirina derheqa sivderêda xeber dide. Heger welatekî usa hebe, yê ku bicêribîne wî cûreyî bêje, emê wê gotûbjkirinê nekin, çimkî em pirsa wî cûreyî gotûbêj nakin. Çi sivder, kê ew sivder li ber xwe derxistîye? Li kîderê nivîsîye sivder? Adirbêcan dibêje wekî ew yek li gorî elametîya 9 ê mijdarêye, ya sala 2O2O î. Ew xal hatîye belavkirinê. Ez bangî hemû meriva dikim, ku xala 9 da xebera “sivder” bibînin”,- Paşînyan gotîye.

Ewî bîr anîye wekî li gorî mîyaserkirina  xala 9 a elametîya sêalîye nû, 11 ê çileya sala 2O21 ê hatîye morkirinê, li kîderê hatibû dîyarkirinê, wekî xala 9 a çi dide kifşê û derheqa çidane.

“ Ez surekê eşkere bikim. Me desta pêşnîyarên xweye nû raberî Adirbêcanê kirîye û ew pêşnîyar min li Bryûsêlê daye destê serokê Adirbêcanê. Ew kengê wê pêşnîyarê qebûlkin, em amadene carekêra wê yekê mîyaserkin. Ew pêşnîyar derheqa hemû alîyên medanin, wekî em hazirin rîya vekin, bidin û bistînin”.- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button