H’emû nûçeSereke

Meremê Adirbêcanê ewe ku derbê bighîne pêvajoya aşîtîyê û ji hemû  pevketina derkeve:Armên Grîgoryan

Meremê Adirbêcanê tune bi pêvajoya îzbatbûna aşîtîya li herêmê mijûlbe, ew bi hemû cûreyî dicêrbîne derbê bighîne wê yekê. Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna  tevî têlêvîzîyona Civakî sêkrêtêra  encûma ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan gotîye.

Ewî bîr anîye wekî li Bryûsêlê, wextê hevdîtina serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê pevketin hatîye destanînê, ku hevraxeberdanên aşîtîyê bi dereca wezîretên karên der destpêkin: “Ermenîstanê xwe amade dikir ku nava mehekêda vê hevdîtinê teşkîlke û me tevî hemû hevalkarên xwe ew yek gotûbêj dikir. Dewsa organîzekirina wê hevdîtinê, Adirbêcanê agrêsîya berfire dijî Ermenîstanê destpê kirîye”.

Çawa bersiva wê pirsê ku armanca Adirbêcanê çiîye, Armên Grîgoryan gotîye: “Berê ewlin ew dixweze derbê bighîne pêvajoya aşîtîyê, ji hemû pevketina derkeve, yên ku hebûne. Mesele, hevraxeberdanên aşîtîyê, destpêkirina hevraxeberdanên bona helkirina pirsgirêka Qerebagê, vekirina rêyên herêmî, dêmarkasîya û dêlîmîtasîya sînora. Dewsa mîyaserkirina van pevektina, Adirbêcan agrêsîyayê destpê dike û derbê dighîne hemû formata.

Li deşta şêr jî ew dixweze bikeve axa Ermenîstanêye serbixwe û têrîtorîya dagirke. Adirbêcan armancên xweye hindava axa Ermenîstanêye serbixwe venaşêre”. Bi xeberdana derheqa karebûnên artêşa ermenîda,ewî gotîye: “ Esekerê me dîsa ber xwe dide û dicêribîne axa xweye sûvêrên biparêze û wê hemû pirsên pêşîya xwe dianî mîyaserke. Hêzên me gerekê bersivê bidin û îzin nedin ku Adirbêcan agrêsîyayê berdewam bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button