H’emû nûçeSereke

Agrêsîya berfireh provokasîya azêrîyaye progiramkirîye: wezîrê parastinê

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar qebûl kirîye.Wextê hevdîtinê  usa jî seroka dêlêgasîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Andrêya Vîktorîn amade bûye.

Bi elamkirina razîbûnê, bi lez bersiva hal hatîye dayînê û bona seredana li herêmê, wezîrê parastinê halê pêşdahatî, yê ku rûyê agrêsîya Adirbêcanêye destpêkirîda pêşda hatîye, raber kirîye.

Sûrên Papîkyan gotîye wekî agrêsîya berfireh provokasîya azêrîyaye pêşda progiramkirîye.

Bona milahîmkirina hal, wezîr gotîye wekî qîmetkirinên civaka navnetewî, nava wanda usa jî ya Yekîtîya Avropayê  pêwîstin.

Wekîlê Yekîtîya Avropayê tabîya Yekîtîy Avropayê raber kirîye û daye dîyarkirinê, wekî Avropa dibêje ku opêrasîyonên leşkerî gere lez bêne sekinandinê û hemû pirs gerekê bi rîya dîplomatî bêne helkirinê.Toyov Klaar gotîye, wekî Yekîtîya Avropayê amadeye di navbera alîyada şuxulkarîya hevraxeberdana bide dasekinandinê, bona ku hevraqayîlbûn bêne destanînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button