H’emû nûçeSereke
Nenihêrî wê yekê, wekî hal sert bûye, xebata amadekirina peymana aşîtîyê, ya di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda berdewam dibe
Nenihêrî wê yekê, wekî hal sert bûye, xebata amadekirina peymana aşîtîyê, ya di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda berdewam dibe. Derheqa wê yekêda wekîla wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê gotîye.
«Eve pirsa sereke. Alîyê rûsa piştgirîya anegor dide. Hemsedirê koma Mînskê, yê ji Rûsîyayê Îgor Xovayêv 8-9 ê îlonê li Bekûyê bûye û 13-14 ê îlonê jî çûye Yêrêvanê»,-Zaxarovayê gotîye.
Ewê daye dîyarkirinê, wekî têma gotûbêjkirinaye hîmlî pirsa peymana aşîtîyê bûye. Rûsîya dicedîne tabîyên alîya nêzîkî hevdu bike,- Zaxarovayê gotîye. Ewê daye bawarkirinê, wekî cedandinên anegor wê berdewambin û bîr anîye, wekî çawa hîmê helkirina pirsê pevketinên serokatîyên Rûsîyayê, Ermenîstanê û Adirbêcanê tên hesabhildanê.