H’emû nûçeSereke

Xweykirina rêjîma agirbestê û rastkirina encamên agrêsîya Adirbêcanê girîng hatîye hesabkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wekîlê Yekîtîya Avropayêyî li Qafqasîya Başûr Toyvo Klaar qebûl kirîye.

Mîrzoyanê wezîr ew hal raber kirîye, yê ku rûyê agrêsîya Adirbêcanêye brfirehda pêşda hatîye.

Alîyê ermenî ew yek jî çawa tiştê qebûlnekirinê hesab kirîye, wekî hêzên Adirbêcanê  binelîyên edil  û sîstêmên sîvîl bi zanebûn kirine hedef.

Wezîrê karên der gotîye, wekî kirinên Adirbêcanêye wî cûreyî nahêlin ku şuxulkarîya aşîtîyê destpêbe, û serda zêde kirîye, wekî nava wê hemtêkstêda civaka navnetewî gerekê agrêsîya Adirbêcanê gunehkar bike.Xweykirina rêjîma agirbestê û rastkirina  encamên rûyê agrêsîyayêda pêşdahatî, girîng hatîye hesabkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button