Endamê komîtêya hevraxeberdana, ya Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Bengîn Rêkanî gotîye, wekî Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û Yektîya Niştîmanên Kurdistanê bona kandîdatê tevayî, yê bona qulixa serokê Îraqê, hê pevneketine.
Wextê hevpeyvîna tevî Kurdistan 24 ê Rêkanî gotîye, wekî partîya dêmokratîk hesab dike, wekî qulixa serokê Îraqê bi qanûnî ya wêye, lê tevî Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê ew bi hevra pevneketine.
Ewî daye dîyakirinê,wekî di navbera herdu partîyada hevraxeberdanên baş derbaz bûne, lê hetanî niha hê negihîştine wê pirsê.