H’emû nûçeSereke
Cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê elam kirîye, wekî meremê Rûsîyayê heye bi praktîkî pêwandîyên tevî Ermenîstnê bide pêşxistinê
Meremê Rûsîyayê heye tevgirêdnên tevî Erenîstanê bidine pêşxistinê û bi praktîkî pirsên êkonomîkî helkin.Ev gotin ne tenê gotinên bedewin. Derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk gotîye, yê ku bona beşdarî hemicivîna rûsa-ermenîyayeye 9 a bibe, hatîye Yêrêvanê.
Ser gotina xweda ewî zêde kirîye, wekî alî li ser wan pirsa dixebitin, li ser hemû dereca, li qezayên Rûsîyayê û li qezayên Ermenîstanê, nava govekên bîznêsê û pêşezanîyêda, usa jî nava sîstêmên dewletêda.
Nava teşkîla dêlêgaîya Rûsîyayêda ji 25O î merivî zêdetir amadene, yên ku ji doranên bîznêsêye cuda-cuda û ji organîzeyên cuda-cudane.