H’emû nûçeSereke
Davît Gîşyan li dîlgirtinê da hat kuştin: nûnertîya Komara Ermenîstanê li ser mijarên hiqûqî yên navneteweyî
Leşker Davît Gîşyan yê ku sala 2002 a ji dayîk bûye, dîltîyêda jîyana xwe ji dest da. Wextê qisa tevî «Armênprêss» ê berdevka nûnertîya Komamara Ermenîstanêye bo kar û barên navdewletî, Hasmîk Samvêlyanê gotîye.
Cinyazê Davît Gîşyan jî ji nav 32 leşkerên ku di 17 ê îlonê ji alîyê Adirrbêycanêda hatibûn vegerandinê, bûye.
Kanala Adirbêycanêye Têlêgiramêda vîdêyoyek derketibû, pismamen Davît Gîşyanê sala 2002 a hatîye dinê, nas kirine. Vîdoyêda tê dîyarkirinê, wekî ew ji milê xweda birîndar bûye û hatîye girtinê, usa jî tê dîyarkirinê, ku çawa alîkarîya doxtirîyê didine Gîşyan.