H’emû nûçeSereke

Dêmokratî  û serbixwetîya Ermenîstanê cîhên ewlindanin: Pêlosî

Bona çi Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, bona xirabkarîyên leşkerî û kuştina binelîyên Ermenîstanê û Arsaxêye edil sanksîya danayne ser Adirbêcanê.
Pirsa wî cûreyî wextê prêss-konfêransê dane seroka palata Wekîla, ya Ştatên Amêrîkayêye Yekbyî Nênsî Pêlosîyê. Ewê gotîye: «Bûyarên van axirîya yên nûne, lê nêzîkbûna hindava cimeta Qerebagê, usa jî ya hindava heykelên ermenîyaye dîrokî, merkeza guhdarîya medanin. Serokê welatê me piştgirî daye qebûlkirina rêzolyûsîya derheqa komkujîyêda, Ermenîstan teglîfî civîna dêmokratîyê kirîye û emê rêya xweye berbi van pirsa berdewam bikin».
Çawa bersiva wê pirsê, ku gelo Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hêvîdare, wekî Ermenîstanê ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv derkeve, Pêlosîyê gotîye, wekî pêwandîyên tevî sûbyêktên başqe qirara Ermenîstanêye.
Ewê daye dîyarkirinê, wekî pêwandîyên Ermenîstanêye tevî sûbyêktên mayîn birîyara wêye, lê ji alîyê ewlehkarîya axa Ermenîstanê û serbixwetîya wêda, usa jî dêmokratîya wê bona me qîmetîye. Em gerekê tehsîra xwe, ya nava pêwandîyên tevî welatên mayîn bidine xebatê û bidine kifşê, wekî dêmokratîya û serbixwetîya Ermenîstanê bona me girîngin»,- Pêlosîyê gotîye.
«Em fem dikin, wekî Ermenîstan beşeke ewlehkarîya tevî Rûsîyayêye û em derheqa wê yekêda tu tiştî pêşnîyar nakin»,- kongrêsmên Frênk Paloûn gotîye.
«Em derheqa wê yekêda dibêjin, wekî em bona ewlehkarîya Ermenîstanê gelekî xemgînin. Em dixwezin hemû tiştî bikin ku piştgirîya zêde bidine ewlehkarîya Ermenîstanê»,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button