H’emû nûçeSereke

Nava encamê êrîşêda hejmara kuştîya û windabûya gihiştîye 207 a: elametîya civîna ewlehîya Ermenîstanê

Îro bi serkarîya serokwezîr Nîkol Paşînyan  civîna ewlehîyê ya Ermenîstanê hat  derbazkirinê û ev elametî hat qebûlkirinê:

Şeva 13 ê îlona  sala 2022 a hêzên çekdarên Adirbêcanê bi bikaranîna çekên qalibê mezin, top, sîstêmên mûşekî û firokeyên bêfirokevan êrîşeke berfireh li dijî axa serwêrîya Komara Ermemnîstanê pêk anîn.

Nava encamê êrîşêda hejmara kuştî û windabûya gihişte 207 kesan, 3 binelîyên sivîl hatine kuştinê, cîhê 2 binelîyên sivîl neeyane, 293 leşker, 3 binelîyen sivîl birîndar bûne, 20 leşker jî dîl hatine girtinê. Belgeyên îşkenceya, bi vî awayî kuştina neqanûnî ya leşkerên ermenî yên dîl û kuştin ji alîyê azêrîyada hene.

Ji alîyê hêzên çekdarên Adirbêcanêda 36 merkez  kirine hedef  nav wandanin Gorîs, Sîsîan, Kapan,Cêrmûk, Vardênîs, Tex, Gêxamasar , nava encamê wê yekêda  192  mal, 3 otêl, 2 dibistan, 1 navenda tenduristîyê, 1 salona şahîyê bi qismî yan jî bi temamî  wêran kirine. 7 binesazîyên êlêktrîkê, 5 binesazîyên avê, 3 lûleyên   gazê, 1 pira, 2 rêyên  atomaşîna, 2 avtomaşînên ambûlansê û 4 maşîneyên taybet hatin hedefgirtin.

Hêzên çekdarên Adirbêcanê ji çend alîyava ketine nav axa serwêrîya Komara Ermenîstanê. Bi saya berxwedana domdar û qehremana, ya hêzên çekdarên Ermenîstanê û tevlêbûna civaka navneteweyî, êrîşa Adirbêcanê hat rawestandin, lê rewşa leşkerî-sîyasî aloz dimîne.

Sîyaseta êrîşkara ku ji alîyê Adirbêcanêda tê meşandin, ji bo pêkanîna aştîyê li herêmê, vekirina peywendîyên herêmî, betalkirina hewldanên ji bo çareserîya berfireh ya pirsgirêka Qerebaxê û ferzkirina çareserîyên bi hêz li ser Komara Ermenîstanêye.

Komara Ermenîstanê piştî ku rojeva avakirina aştîyê û vekirina peywendîyên herêmî qebûl kir, sîyaseta gef û zorê ya ku ji alîyê Adirbêcanêd tê meşandin, nayê qebûlkirin.

Şêwira ewlekarîyê  elam dike ku Komara Ermenîstanê wê bi her awayî serxwebûn, serwêrî û yekparebûna axa xwe biparêze.

Leşkerên Adirbêcanê ji herêmên dagirkirî yên Ermenîstanê gerekê vekişin.

Em bangî  civaka navdewletî dikin ku bi berdewamî hukumî  li ser Adirbêcanê bike ji bo bi dawîkirina dagirkirina herêmên serwêr yên Komara Ermenistanê û vekişandina hêzên xwe û em bi xêrhatina wan welatan û rêxistinên ku helwestek zelal nîşan dane, dikin.

Di heman demêda, em aminbûna Komara Ermenistanê ji bo pabendbûna bi erkê endamekî berpirsîyar yê civaka navneteweyî dubare dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button